Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • 16:04 3 Sibat 2025
  • Rojane
   
 
SÊRT - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di civîna gel a di çarçoveya "Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê" de axivî, diyar kir ku nîqaş li ser bingehên wekhev nayên meşandin û destnîşan kir ku divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û ev pêvajo bê destpêkirin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi gel re civînan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bi gel re civîn hat lidarxistin. Gelek kes û hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî ku li şûna wan qeyûm hat tayînkirin tevli civînê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn bal kişand ser hevdîtinên têkildarî pirsgirêka Kurd û ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya li Amedê bang kir. 
 
'Gelê Kurd bi polîtîkayên zilmê re rûbirû ye'
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ji ewil bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Ev sedsal in gelê Kurd mîna gelên din wekhev najî. Hemû gel rastî neheqiyan tên lê gelê Kurd rastî polîtîkayên zilmê hat. Sedsala Tirkiyeyê bi qurbanî yekperestiya dewletê hate kirin. Lê tu xêra wê ji bo gelên Tirkiyeyê nebû. Em niha li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in ku ev sedsal in tune tê hesibandin. Pêvajoya ku bi silavdayina Devlet Bahçelî dest pê kir, bi çûna Îmraliyê re derbasî qonaxeke nû bû.” 
 
'Gava herî girîng azadiya Ocalan e'
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, daxuyand ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêj di girtîgehê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo serdema nû veguhere pêvajoyekê, gava herî girîng ew e ku birêz Ocalan ji Îmraliyê derkeve, azad bibe û çareseriya pirsgirêkê bi partî, rêxistin û gelê xwe re nîqaş bike. Çima tenê li bendê ne ku birêz Ocalan gav biavêje? Dewleta ku îdia dike aqilek daniye holê çima gavan naavêje? Li Meclisê israrek heye. Di nîqaşên pêvajoya 2013-15'ê de muxalîfên siyasî nehatibûn daxilkirin. Lê niha divê hemû partî beşdarî vê pêvajoyê bên kirin û nexşerêyek hebe. Lê belê li tu cihekî nîqaşeke wiha tune ye. Em qala nîqaşeke ku bi qurbanî tu îktîdaran divê neyê kirin, dikin. Em dikevin sedsaleke nû û ji bo berpirsyartiyan li xwe bigirin hatine gel hev.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.