
ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2025'AN
- 09:00 3 Sibat 2025
- Rojev
*Êrîşên li ser goristanan ku projeyeke îdeolojîk e ji bo rakirina bîranîna gelan, astengkirina mafê definkirinê û înkarkirina goran, ji aliyê desthilatdariyan ve pêk hatin. Di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de êrîşên li ser goristan, nirx û cenazeyên gelê Kurd bi awayekî sîstematîk dewam kirin. DOSYA
*Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay diyar kir ku komploya navneteweyî ya li hember Abdullah Ocalan bi berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan vala hatiye derxistin. DOSYA
*Kooperatîfa Jinan a Evîn a li Wanê hat avakirin, ji bo jinan qada îstîhdamê ava dike û li aliyê din jî ji bo parastina cil û bergên herêmî bi têkoşînê didome. Rêvebera koperatîfê Yildiz Çetîn diyar kir ku jin bi hevgirtinê wê ji bin hemû zor û zehmetiyan rabin. DÎMEN HEYE
*Jinan der barê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo bigihêje armanca xwe divê Abdullah Ocalan azad bibe û dawî li zextan bên. DÎMEN HEYE
*Li Wanê di 2011’an de erdhej çêbû û jinên ji wê demê de ye di konteyniran de dijîn, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin. Krîza aborî, pirsgirêkên tenduristiyê û jiyana bê ewle pirsgirêkên esas ên jin dijîn e û bi taybet zivistanê ev pirsgirêk rû didin. DÎMEN HEYE
*Jinan diyar kirin ku divê jin jî di nava biryar û pergala nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigirin û wiha gotin:"Daxwaza me weke Meclisa Jinê ya di Partiya Yekitiya Demokratik de ew e ku cihê jin di avakirina hikumeta nû de hebe ji ber em bi hevoka ku dibêje 'jina pêşketî civaka pêşketî ye' xebatên xwe dikin. Em bi vê gotinê bawer in û me ji xwe re esas girtiye." DÎMEN HEYE