Li ser sînorê Kobanê peyama 'Bijî berxedana Rojava'

  • 13:45 30 Çile 2025
  • Rojane
 
RIHA - Li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta sînorê Pirsûs-Kobanê meş hate lidarxistin, gel dest bi nobetê kir.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinan Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ASA) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin.  
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredarên Navçeya Rihayê û gelek kes tevlî meşa ji avahiya DEM Partiya Pirsûsê heta noqteya nobetê bûn. Di meşê de timî dirûşmên "Bijî berxedana Rojava", "Jin jiyan azadî", "Herder berxwedan herder Kobanê", "Bijî tekoşîna Rojava" hatin berzkirin, girseya ku ber bi qada nobetê ve çû dest bi çalakiyê kir. Girseya gel nobeda xwe ya li gel govend, govend û tilîliyan didomîne.
 
Li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di saetên pêş de daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn.