Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê

  • 11:01 20 Çile 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji bo îfadeyê birin edliyeyê. 
 
Karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê yên rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ku di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, xelas bû. Rojnameger ji bo îfadeya dozgeriyê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. 
 
Hat zanîn ku îfadeyên rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî dê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) bên girtin. 
 
Li emniyetê ji rojnamegeran têkildarî nûçeyên çêkirin û bernameyên nîqaşan ên televîzyonê hatibûn pirsîn. Hat zanîn ku li emniyetê pirs ji rojnamegeran hatibû kirin bê çima tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine mijara bernameya xwe.