Ji bo Pexşan Ezîzî zêdeyî 3 hezar îmze hatin komkirin

  • 13:30 20 Çile 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî 3 hezar û 400 îmza hatin komkirin.
 
Di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Nerazîbûn û xebatên ji bo rawestandina cezayê darvekirinê dewam dikin. Di heman çarçoveya de kampanya îmzeyan a ji bo rêgirîkirina cezayê darvekirinê hatî destpêkirin berdewame.
 
Bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku îro bi beşdarbûna hunermend, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, çalakvanên sivîl û siaysî, mela, xwendekar, parêzerên li navxweyiya Îranê û derveyî welat, 3 hezar û 400 îmze hatin komkirin.
 
Beşdarên kampanyayê di daxuyaniya li dijî pejirandina cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî ji aliyê rejîma Îranê ve gotin: “Ti civak bi rijandina xwîna mirovan dadperwer nabe û peyva darvekirin cihê xwe di nava edaletê de nîne. Darvekirina Pexşan Ezîzî wê birînê li wijdanên me veke. Li beramberî her çewisandinê rawestan, em erka xwe dibînin û li hember cezakirina Pexşan Ezîzî bi tundî nerazîbûnê nîşan didin.”
 
Kesayetên diyar ên ku îmzaya xwe avêtine binê daxuyaniyê wihane: “Ateşî Şakremî, Atîfe Çar Mehelyan, Atîne Daîmî, Arş Sadiqî, Azade Muxtarî, Îsmaîl Ebdî, Îsmaîl Bexşî, Elnaz Rekabî, Îlham Muderes û Îlahe Tewekulyan.”