Şîwa Gencî: Em ji Zeyneb Celaliyan hêzê digirin

  • 13:30 20 Çile 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û çalakvana parastina mafê jinan Şîwa Gencî ji bo Zeyneb Celaliyan peyamek weşand û got: “Zeyneb Celaliyan fêrî me kir ku di şert û mercên herî dijwar de jî berxwedan, wateya rasteqîn a hêz dide me ye.”
 
Rojnamevan û çalakvana parastina mafê jinan Şîwa Gencî ji bo sîyasetmedara Kurd Zeyneb Celaliyan peymek weşand. 
 
Şîwa Gencî diyar kir ku jiyana Zeyneb çîroka wêrekî û berxwedanê ye û wiha pê de çû: “Bi îradeya xwe ya bênavber bû dengê bi mîlyonan jinên ku ji bo edalet û azadiyê têdikoşin. Fêrî me kir ku di şert û mercên herî dijwar de jî berxwedan, wateya rasteqîn a hêz dide me ye. Zeyneb jineke bi îradeyeke polayî û bi dilekî tijî bawerî bi azadiyê re nîşan da ku hêza rast di parastinê de ye. Zeyneb efsaneya wêrekiyê ye, sembola hemû jinên ku di bin siya zilmê de jiyan dikine. Ti carî nehiştiye ku agirê hêviyê di dilê wê de vemire. Giraniya cezayê girtîgehê yê hetahetayî û birînên fîzîkî û derûnî nekariye wê lewaz bike.”
 
Şîwa Gencî diyar kir ku di girtîgeheke ku sar û bêdengî hemû dîwaran lê girtî de, Zeyneb Celaliyan bû dengê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin û wiha anî ziman: “Di şert û mercên herî dijwar de wateya rastîn a jiyanê ye. Zeyneb Celaliyan jineke ku ji bo baweriya xwe ya bi azadî û wekheviyê têkoşiyaye û li ber xwe daye ku li gel wê gelek bi nirxe. Wê fêrî me kir ku di şeva herî tarî de jî ronahî dikare were dîtin û bibe ronahiya hêviyê. Ev jina ku kelepçe û zincîrên esaretê veguherandiye qada berxwedan û têkoşînê, nîşan daye ku tu dîwar nikare ruhê azad di nava kelepçe û zincîwan de bihêle.”
 
Şîwa Gencî herî dawî diyar kir ku jiyana Zeyneb Celaliyan çîroka wêrekî û berxwedanê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi îradeya xwe ya bênavber bû dengê bi mîlyonan jinên ku ji bo edalet û azadiyê têdikoşin. Di şert û mercên herî dijwar de jî berxwedan, wateya rasteqîn a hêz dide me ye.”