Li Pirsûsê forûma jinan: Em şoreşa jinên Rojava silav dikin

  • 14:07 18 Çile 2025
  • Rojane
RIHA - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di forûma ku li Rihayê bi dirûşma “Em şoreşa jinên Rojava silav dikin” de axivî û diyar kir ku divê Şoreşa Jinê ya Rojava bê parastin û got: “Mîmarê vê şoreşê Birêz Ocalan e." 
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Pirsûsa Rihayê bi dirûşma “Em şoreşa jinên Rojava silav dikin” forumek hate lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenter Newroz Uysal Aslan, Ceylan Akça Cupolo, Zeynep Oduncu, Dîlan Kunt Ayan, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Amed û Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Riha û Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) û gelek jin tevlî bûn. Li salona ku forum lê hat lidarxistin pankarta "Em şoreşa jinên Rojava diparêzin" hate daliqandin, beriya bername dest pê bike jinan govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. 
 
Piştî deqîqeya rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû axivî û bal kişand ser girîngiya forûmê. Piştre fîlmê “Gundê Jinan a Jinwar” hat nîşandan. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku bi êrişên li ser Rojava şoreşa jinê hedef hat girtin û got: "Serokkomar di pêvajoya Kobanê de got 'Koban ket û wê bikeve'. Lê belê Kobanê neket û nakeve. Divê were zanîn ku şoreşa jinê ya Rojava bi çi bedelê hat dayîn, gelên Rojava bi keda xwe bûne yek. Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan bi xwe ye. Birêz Ocalan di paradîgmaya ku pêşkêş kir de vê yekê nîşan dide ku pirsgirêka jinê çawa bê çareserkirin."
 
'Şoreşa Rojava xweparastina jinê ye'
 
Halîde Turkoglu bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Tirkiye ji aloziya Sûriyeyê sûdê werdigire û êrişî Rojava dike. Kurd çawa di sala 2014'an de Rojava parast û îro jî wê parastina Rojava bikin. Êrişên li dijî Rojava êrişa li dijî hêviya aştiyê ye. Şoreşa jinê ya li Rojava nîşan dide ku her cure cudahî dê bi hev re bên jiyîn. Peymana Civakî ya ku bi tecrubeyên jinan hatiye afirandin temînata jinê ye." 
 
Girîngiya parastina Rojava
 
Halîde Turkoglû wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şoreşa jinê ji bo me modeleke ku hemû cudahî bi hev re bijîn. Heta ku ev sîstem bijî, em ê ji vir û pê ve jî parastina wê bikin. Em ê hewl bidin modela xwe biparêzin. Li dijî netew-dewletan wê her yek ji me nîşan bide ku çima divê Rojava were parastin. 
 
Forum bi pirs û bersivan berdewam kir.