Ciwanên Şengalê civîna xwe diyarî berxwedêrên Tişrînê kirin
- 18:15 18 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ciwanên Êzidî civîna xwe ya salane lidarxist û di civînê de biryara mezinkirina pêngava, ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Şengalê re xweserî’ derket û piştgirî da berxwedêrên bendava Tişrînê. Her wiha di civînê de biryara avakirina akademiya Şehîd Kerîm a ji bo ciwanên Şengalê hate girtin û hate gotin, divê ciwan hêzên xwe yên parastinê mezin bikin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li Komelgeha Xanesorê ya ser bi Şengalê civîna xwe ya salê bi beşdariya hemû endamên xwe û ciwanên di nava saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Asayîşa Êsayîşê de dixebitin lidarxist.
Di civînê de xebatên salekî hatin nirxandinû balkişandin ser van xalan: “Rojeveke din a girîng a qadê jî pêngava, ji ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ bû.”
Piştî nirxandina salê, plansaziya sala 2025’an jî hate nîqaşkirin û bi xetên sereke çend xal hatin destnîşankirin; “Heya Rêber Apo negihije azadiya xwe ya fizîkî erka emê weke ciwan kar û têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo fikrê Rêber Apo di nava ciwanan de belav bibe, emê xebatên xwe mezin bikin û hewl bidin bi vî awayî wan ji bin bandora şerê taybet ya PDK’ê derbixin.”
Her wiha yek ji mijara din a di civînê de hate nirxandin jî rewşa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê rû dide bû û têkildarî berxwedana Rojava jî nirxandin hatin kirin. Di civînê de bandora şerê taybet li ser ciwanên Êzidî jî ha tnirxandin: “Di nava salê de ji bo ciwanên me ji bin bandoriya şerê taybet derkevin, bi dehan dewreyên perwerdeyê hatin vekirin, serdana malbatan hate kirin û li hember şerê taybet xebatên hişyarkirina ciwanan hatiye meşandin. Ji hemû ciwanan jî hatiye xwestin xwe di ber parastina gelê xwede berpirsyar bibînin.”
Di konferansê de biryar hate girtin, ‘Akademiya Ciwanan a Şehîd Kerîm’ were vekirin û ji Şengalê heya, Bexdayê konferans û komxebatên ji bo danasîna fikrên Abdullah Ocalan werin lidarixistin.Civîna Yekîtiya Ciwanên Êzidî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe, bi can bi xwîn em tere ne ey Serok ‘ bidawî bû.
‘Wê gelê Rojava azad bibe’
Ciwanan piştî civînê ji bo piştgiriyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û vê peyamê dan: “Em civîna xwe ya salane diyarî şehîdên berxwedaniya Rojava ya li dijî dagîrkeriyê dikin. Em ji gelê xwe yê Rojava re dibêjin, çiqas em fîzîkî ne li gel we bin jî, lê rihê me li gel we ye. Çawa di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê bi hevkariya Dewleta Tirik êrîşî ser gelê me kir niha jî dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe heman kiryaran li ser gelê me yê Rojava pêk tîne. Lê çawa em bi saya şervanên azadiyê ji qikirinê xilas bûn, wê gelê Rojava jî bigihin azadiya xwe ya ebedî.”