Binçavkirina rojnamegeran hat şermezarkirin: Em li vir in
- 16:12 18 Çile 2025
- Rojane
STENBOL - Derbarê bincavkirina rojnamegeran de li Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Endama MKG'ê Salîha Aras, diyar kir ku careke din tekez dikin ku divê hemû polîtîkayên zext û sansûrê yên ku azadiya çapemeniyê tehdîd dike, bi dawî bibe û got: "Rojnamegerî ne sûc e û heta rojnameger azad nebin civak azad nabe. Em li vir in."
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de rojnamevan Reyhan Hacîoglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Velat Ekîn û Vedat Orûç duh danê sibê li Wan, Stenbol û Mêrsînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li dijî binçavkirina rojnamegeran, Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û DÎSK Basîn-Îş daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê de bi dirûşma "Em ê rojnamegerî û rojnamegeran biparêzin" pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat vekirin û wêneyên rojnamegerên girtî hatin hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek rojnameger jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama MKG'ê Rojnameger Salîha Aras metna daxuyaniyê xwend.
'Hevalên me tên sûcdarkirin'
Salîha Aras, anî ziman ku azadiya çapemeniyê yek ji kevirên bingehîn ên civaka demokratîk e û diyar kir ku li gorî nûçeyan rojnameger hatine girtin û got: “Girtina hesabên medyaya civakî yên saziyên çapemeniyê û sansûra ku bi rêgezên li ser medyaya civakî tê meşandin, pîvaneke nû ya zextê li ser rojnamegeran eşkere dike. Kiryarên bi vî rengî ne tenê li dijî azadiya çapemeniyê, di heman demê de li dijî mafê raya giştî ya agahdarkirinê jî êrişek eşkere ye. Di derdoreke ku rojnameger nikaribin bi serbestî karê xwe bikin de mirov nikare behsa civakeke demokratîk bike. Rojnameger bi eşkerekirina rastiyan berpirsyariya agahdarkirina civakê digirin ser xwe. Lê belê di van salên dawî de zextên li ser rojnamegeran bi awayekî sîstematîk pêk tên û îro jî ji ber van erkên bingehîn hevrêyên me tên sûcdarkirin. Bi biryara binçavkirin, girtin û cezakirinê hewl didin wan bêdeng bikin.
Heta ku rojnameger azad nebin civak azad nabe
Rojnamegerên li qadê dixebitin rastî tehdîd, hedefgirtin û şîdetê tên. Ev rewş ne tenê zerarê dide rûmeta pîşeyî ya rojnamegeran, di heman demê de nahêle raya giştî bigihîje rastiyan. Em îro careke din daxwaz dikin ku hevalên me yên girtî demildest bên berdan û hevalên me yên girtî jî bên berdan. Her wiha em careke din tekez dikin ku divê dawî li hemû polîtîkayên zext û sansurê yên ku azadiya çapemeniyê tehdîd dike, bê rakirin. Rojnamegerî ne sûc e û heta rojnameger azad nebin civak azad nabe.”
'Divê rêxistinên pîşeyî netirsin'
Piştre endamê DÎSK Basîn-Îşê Zana Kaya axivî û diyar kir ku li hemberî zextan bêbersiv nemînin nayê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: "Her çiqas hûn bitirsin ku li kêleka çapemeniya Kurd derkevin, li deriyê we tê lêxistin. Banga me ji rêxistinên pîşeyî re ew e ku divê berxwedaneke kolektîf derkeve holê. Banga me ya din jî ji bo civakê ye, ti hevalên me yên rojnameger ji ber pirsgirêkên şexsî di girtîgehê de ne, ji ber ku dengê civakê hildigirin hemû di girtîgehê de ne. Divê civak dengê xwe biparêze. Em ji girtîgehê natirsin, em amade ne her bedelê bidin. Divê rêxistinên pîşeyî netirsin."
'Ev ne serdemeke ku bi nîşandana qerta sor derbas bibe'
Rojnameger Fatîh Polat jî di daxuyaniyê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Eger operasyonek dervayî sînor an jî qeyûm bê kirin, ji bo pêşî li eşkerekirina van polîtîkayan bê girtin, çapemeniya Kurd hedef tê girtin. 2 hevrêyên me winda kirin û 7 hevrêyên me hatin girtin. Ev ne sînorek dem e ku bi nîşandana qertek sor were derbas kirin. Pêwîstî bi helwesteke hevpar a saziyên çapemeniyê yên profesyonel heye. Nabe ku rojnamevan tenê barê giran hilgirin. Divê hevrêyên me yên girtî tevî 7 hevalên me yên girtî demildest bên berdan.
'Em ê li cem çapemeniya azad bin'
Ji Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şukru Alpsoy diyar kir ku ji ber biryara qedexeya parêzeran a 24 saetan tenê îro dikarin bi rojnamegeran re hevdîtinê bikin û wiha bi lêv kir: “Bi coş bûn û silav dan me. Ji ber qedexeyan der barê naveroka lêpirsînê de agahî li ber destê me nînin. Lê weke ku ji dosyayên berê jî tê zanîn xebatên rojnamegeriyê tên sûcdarkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad weke ku heta niha kiriye, wê karê xwe bidomîne. Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin û çapemeniya azad biparêzin. Du rojnameger bi drone hatin qetilkirin, ji bo vê yekê mudaxele li daxuyaniya çapemeniyê hat kirin û 9 muwekîlên me ku 7 jê rojnameger bûn, tenê ji ber ku wêneyên hevalên xwe yên hatin qetilkirin hilgirtin hatin girtin."
Endama MKG'ê Salîha Aras bi gotina "Em li vir in" dawî li daxuyaniyê anî.