Berxwedana li ser sînorê Kobanê di roja 5'an de ye

  • 15:44 27 Kanûn 2024
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 5’emîn de didome. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyar kirin ku dê xwedî li ruhê berxwedanê ya Kobenê derkevin.  
 
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 5’emîn de didome. Çalakiya nobedê ya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî  û Demokrasiyê (DEM Partî) hatibû destpêkirin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Riha Ferît Şenyaşar, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî tevlî bûn. Dayikên Aştiyê, DEM Partî Riha û Rêxistinên navçeyên Amedê û bi sedan kes beşdar bûn. 
 
Li aliyê din komek çalakger li derdora agirê ku li gundê Henek  ê li ser sînorê Kobanê pêxistin nobeda xwe berdewam kirin. 
 
Nobeda berxwedanê ya li ser rêya Pirsûs-Mûrşîtpinarê bi tilîlî û dirûşmeyan didome. 
 
Komkujiyên li dijî Elewiyan
 
Hevseroka  DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû ku di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser komkujiyên ku komên cîhadî piştî rûxandina rejîma Esad li dijî elewiyên ereb pêk anîne û got: “Em ê bibêjin aştî. Em weke jin heta rijandina xwînê li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibe em ê nobeta xwe bidomînin.
 
2014 ruhê berxwedanê
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Rezana Amedê Abîdîn Karaman diyar kir ku di Şoreşa Rojava de ji bo Kobanê li ber xwe dan û got, “DAIŞ di sala 2014’an de êrîşî gelê Rojava kir. Hem gelê Rojava hem jî gelê Kurdistanê li ber xwe da û bi ser ket. Esad çû, lê li şûna ku demokrasiyê ava bikin, hewl didin li wir dîktatoriyeke din ava bikin. Li Rojava jiyanek aştiyane heye, nikarin tehemûl bikin. Em ji bo parastina jiyana gelê Rojava li vir in."
 
'Parastina Kobanê erka me ye'
 
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê Orhan Çelebî diyar kir ku ew ji bo dilsoziya bi gelên Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tev li çalakiya nobedê bûne û wiha got: “Ji bo parastina 33 rêwiyên xeyalan erka me ye ku em Kobanê biparêzin. Çawa ku wê rojê cîhan li cem gelê Kurd ê Kobanê bû, îro jî wê wisa be. Divê gelên Rojhilata Navîn qedera gelên Rojhilata Navîn diyar bikin. Heta niha her tim ji aliyê emperyalîstan ve hatiye diyarkirin. Emperyalîzma DYA û Îsraîl dixwazin vê derê dîzayn bikin. Lê di dawiyê de yên tên qetilkirin gel e. Em îro dîsa li vir li dijî vê yekê ne. Ev hefteyek e li dijî gelê elewiyên ereb komkujî pêk tînin. Her kes li hemberî vê kerr bûye.”
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, anî ziman ku îro li tevahiya Sûriyeyê herêmên Rêveberiya Xweser ji bo gelên yekane herêma ewle ye û got, li van herêman jiyaneke mînak a hemû cîhanê şîn bûye. Ferît Şenyaşar got, “Pêwîste Tirkiye roleke ku aloziyên li Sûriyeyê bikişîne nelîze. Heta ku gefên êrîşa li ser Kobanê neyên bi dawî kirin dê nobeda me bidome."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.