ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 27 Kanûn 2024
  • Rojev
 
*Sala 2024’an bû saleke ku xweza hat talankirin, krîza avhewayê girantir û hilweşîna hawirdorê gihişt asta ku mirovan bike fikarê. Ekolojîst Melîs Tantan, dema vê tabloya reş dinixîne wiha dibêje: “Em civakên xwe azad bikin em ê xwezayê jî azad bikin.” PANORAMA 
 
*Dema mafê jinan nayên parastin ew jî li şûna pargalê bişewitînin xwe dişewitînin. Evqas tengezar û sînorkirî dimînin serî li vê rê didin û ji bilî vê tiştekî erênî nabînin. Gelek jinên ku xwe dişewitînin haya wan ji enerjiya xwe tune. Ji ber ku berdana agir a laşê xwe, bi xwe nîşaneya vê hêzê ye, lê divê jin vê enerjiyê ne ji bo xwe hilweşîne, ji bo avakirin û afirandinê bi kar bîne. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Halîme Encu ya ku kurê xwe Serhat Encu yê 17 salî di komkujiya Roboskê de winda kir, diyar kir ku tevî ku hîna gumanbar nehatine darizandin rayedar ji bo serê bûyerê bigirin tazmînata aborî pêşniyar dikin û got: “Li şûna edaletê bi pereyan hewl didin me bêdeng bikin.” BI DÎMEN 
 
*Dîrektora CFWIJ ya Ewropayê Maîre Rowlan der barê qetilkirin û girtina rojnamegerên Kurd de axivî û got: “Em bang li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dikin mufetîş bişînin û bang li NY’ê jî dikin ku rola Tirkiyeyê ya di vê bûyerê de lêkolîn bike. Ev cînayet divê bê  bersiv nemînin. Divê edalet cihê xwe bibîne.”