Qetilkirina rojnamegeran li Brukselê hate şermezarkirin

  • 20:10 21 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Belçîka Brukselê komkujiyên li Parîsê û qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi çalakiyekî hate şermezarkirin.
 
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Parîs û qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li paytexta Belçika Brukselê çalakiyeke hate lidarxistin.
 
Gelek kes tevli çalakiyê bûn û çalakî li pêşiya Stasyona navendî ya Brukselê (Gare Central) hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek wêneyên kesên Parîsê hatibûn qetilkirin û her wiha wêneyên her du rojnamevanan hatin hildan.
 
Di çalakiyê de daxuyaniyên bi zimanê Fransî û İngilîzî hatin xwendin û wiha hate gotin: “Dewleta dagirker bi qetilkirina rojnamevan, kesayetên navdar û siyasetmedaran, sûceke dîtir li nasnameya xwe ya qirêj zêde kir. Armanckirina rojnamevanan bi serê xwe sûceke pir mezin e. Lê welatên Ewropî û saziyên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên gemar li hember wan sûcan xwe bêdeng dikin. Ji ber ku Tirkiyê û çeteyên girêdayî wî li ber çavê tevahî cîhanê diyare ku DAÎŞ’ê cil guhertî ne. Bi wan êrîşan dixwazin tola têkçûna DAÎŞ’ê li Rojava hilînîn.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku pêwîste îro jî bi ruhê berxwedana Kobanê xwedî li Rojava derbikevin.
 
Tevî baran û sermaya şid jî çalakî nêzî saetekê berdewam kir û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.