Êrîşa li ser Kobanê: 2 zarok hatin qetilkirin

  • 18:52 9 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramiliter ên SMO yên girêdayî wê li bejahiya başûrê rojavayê bajarê Kobanê 2 zarok qetil kirin. 
 
Artêşa Tirk û komên wê yên SMO'yê bi çekên giran bombe li gundê Kon Eftar ê dikeve başûrê rojavayê Kobanê barandin. Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 zarokî jiyana xwe ji dest dane.