Êrîşa li ser Kobanê: 2 zarok hatin qetilkirin 2024-12-09 18:52:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramiliter ên SMO yên girêdayî wê li bejahiya başûrê rojavayê bajarê Kobanê 2 zarok qetil kirin.    Artêşa Tirk û komên wê yên SMO'yê bi çekên giran bombe li gundê Kon Eftar ê dikeve başûrê rojavayê Kobanê barandin. Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 zarokî jiyana xwe ji dest dane.