Li Oslo û Osnabruckê êrîş hatin protestokirin
- 20:27 8 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê li paytexta Oslo ya Norweçê û li bajarê Osnabruck ê Almanyayê hatin protestokirin.
Li paytexta Oslo ya Norweçê bi pêşengiya NCDK-OSLO’yê êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê yên li dijî Rojava hatin protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ji bo çalakiyê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan. Hevserokê NCDK-OSLO’yê Endam Aso di çalakiyê de axivî. Endam Aso diyar kir ku astengkirina komkujiyên li dijî sivîlan û parastina Şoreşa Rojava erka mirovahiyê ye û banga piştevaniyê kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ" bi dawî bû.
Osnabruck
Li bajarê Osnabrûck ê Elmanyayê, li dijî êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya Kurdistanî û sosyalîstên Elman meşek hat lidarxistin.