Li Oslo û Osnabruckê êrîş hatin protestokirin 2024-12-08 20:27:23 NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê li paytexta Oslo ya Norweçê û li bajarê Osnabruck ê Almanyayê hatin protestokirin.   Li paytexta Oslo ya Norweçê bi pêşengiya NCDK-OSLO’yê êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê yên li dijî Rojava hatin protestokirin.   Kurdistanî û dostên wan ji bo çalakiyê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan. Hevserokê NCDK-OSLO’yê Endam Aso di çalakiyê de axivî. Endam Aso diyar kir ku astengkirina komkujiyên li dijî sivîlan û parastina Şoreşa Rojava erka mirovahiyê ye û banga piştevaniyê kir.   Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ" bi dawî bû.   Osnabruck   Li bajarê Osnabrûck ê Elmanyayê, li dijî êrîşên Tirkiyeyê  û çeteyên girêdayê wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya Kurdistanî û sosyalîstên Elman meşek hat lidarxistin.