Jin dest ji kolan û rêxistinbûnê bernadin

  • 09:04 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE -  Bertekên jinan ên li dijî qetilkirinên jinan didomin û diyar kirin ku ew li dijî zîhniyeta serdest wê dest ji kolan û rêxistinbûnê bernedin. 
 
Êrîş û zextên li ser jinan gihiştiye asta herî jor û jin nikarin li kolanan bimeşin. Li dijî vê serhildan didomin. Jinên li Kugulu Parqê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ew natirsin û wê hepsê malê nebin.
 
Jina bi navê Semra Akkoç da zanîn ku ewlehiya jinan tuneye û li ser rêxistinbûnê sekinî û got: “Berê jin hîn azadtir bûn, ewlehiyê de bûn. Niha hepsê malê hatine kirin. Sîstem hewl dide jin ji malê dernekevin. Her cureyê zextan dikin. Lê bang li hemû jinan dikim. Bila dakevin kolanan, tevli aktîvîteyan bibin. Hepsê malê nebin. Bila xwe rêxistin bikin û netirsin.”
 
‘Jin ne dîlgirtîne azad in’
 
Nadîre Oren jî daxuyakirin ku hikûmeta heyî nirxên olî yên civakê bi kar tîne û li ser jinan serdestiyê ava dike. Nadîreyê wiha anî ziman: “Dibêjin em misliman in û zextan li jinan dikin. Hikûmet tu nirxê nade jinan. Divê her jinek li ser piyên xwe bisekine û têbikoşe. Jin ne dîlgirtîne. Jin azad in.”
 
‘Divê em netirsin’
 
Jina bi navê Başak Dursun jî bi lêv kir ku ev polîtîkaya 15 sal berê dest pê kirine û wiha domand: “Ez bi tu awayî xwe ewle hîs nakim.  Her roj jin tê qetilkirin. Zarok tên qetilkirin. Divê pêşî li vê bê girtin. Divê em jin netirsin. Divê em bi israr derkevin kolanan.”
 
Jina bi navê Gaye Acandan jî balkişand zext û êrîşên li ser jin û zarokan ên demên dawî zêde bûne û wiha dawî lê anî: “Ez gelek xemgîn dibim. Ji ber nûçeyan. Dema behs dikim dikevim xofê. Divê teqez hikûmet di vê mijarê de tedbîran bigire, li dijî vê xebatan bimeşîne. Lê em dibînin ku bertek jî kêm in. Divê jin bên gel hev û têkoşînê bimeşînin.”