Li mala Rojînê şîn hat danîn

  • 19:16 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Cenazeya Rojîn Kabaîş, ya ku di 27’ê îlonê de winda bibû di roja 18’an de li perava gundê Molakasim hatibû dîtin û bo Rojînê li mala wê şîn hat dayîn.
 
Rojîn Kabaiş a 21 salî, xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (Van YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargeha ku lê dima, careke din agahî jê nehat. Cenazeyê Rojîn piştî lêgerîna 18 rojan li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.
 
Li mala Rojînê ya li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê malbata wê şîn li mala xwe danî. Malbat li malê hatin gel hev û dayika Rojînê, Aygul Kabaîş ji bo cenazeyê çû Wanê.
 
Tê payîn ku cenaze îşev radestê malbatê bê kirin.