'Em bi cilên li ser xwe ji Lubnanê derketin'

  • 09:02 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên ji ber şerê li Lubnanê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser zehmetiyên ku pê rû bi rû dimînin û wiha gotin:" Dema me dît ku rewş aram nebû me berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê heya ku em gihiştin warê xwe min hezar û sed dolar da qaçaxcîyê ku em gihandin bajarê Helebê. Ji beriya salekê êrîş li ser me hebû lê ne wisa mîna niha giran bû. Em neçar man dest ji hemû tiştan berdin û vegerin axa xwe, bi cilên li ser xwe em ji devera bi navê Sêda ya Lubnanê derketin."
 
Bi destpêkirina şerê di hundir Lubnanê de gelek kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji destpêka aloziyê de koçberî Lubnanê bûbûn carek din vedigerin welatê xwe. Bi berbelavbûna şerê li Lubnanê û li herêmê  koçberiya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve zêde bûye. Ji bo koçberan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hertim bûye cihekî bi ewle her wiha bajarê Helebê bi taybet Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê deriyên xwe ji koçberên Lubnanê re vedike û heya niha 2127 kes derbasî taxê bûne.
 
Berdevka Komîteya Maseya Krîzê ya bajarê Helebê Canistan Reşîd got:"Tevî taxa Şêx Meqsûdê ewqas sal di nava çember û ambargoyê de ye lê dîsa em bi hemû hewldanên xwe ji bo koçberên Lubnanê bi cih bikin û pêdiviya wan pêk bînin xebatê dikin."
 
'Heya ku em dikarin em bi hemûyan re dibin alîkar'
 
Berdevka Komîteya Maseya Qirîzê ya bajarê Helebê Canistan Reşîd derbarê avabûna maseya krîzê û çawaniya alîkariya bi gel re wiha got:"Piştî ku şerê li Lubanên dest pê kir û gelek kes neçar man dest ji Lubnanê berdin berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û di nav de bajarê Helebê. Ji bo ku em bibin alîkar me maseya krîzê da avakirin. Dema derbasî taxê dibin em wan pêşwazî dikin her wiha ji bo ku em wan di nava taxê de bi cih bikin me 10 avahî vala kirin. Me ew bi cih kirin her wiha gelek malbet hene daxwaz dikin ku berê xwe ber bi kantona Efrîn-Şehbayê ve vekin da ku li gel mirovên xwe bimînin. Em wan jî bi rê dikin û heya ku em dikarin em bi hemiyan re dibin alîkar da ku kes li derve nemîne."
 
'Tevî ambargoyê em dibin alîkar'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Canistanê diyar kir ku di milê sotemenî û xwarinê de bi wan re dibin alîkar û wiha pê de çû:"Hejmara ku derbasî taxê bûye hejmarek mezin e. Em jî li gorî wê hazirtiya alîkariyê bi wan re dikin. Di milê sotemeniyê de em gaz didin wan her wiha me bi firnegehan re têkilî danî da ku em beşa nan zêde bikin. Dibe ku hinek alîkariya me lawaz be lê belê ambargoya berdewam li ser taxê gelek bandorê li ser rewşê dike."
 
Di dawiyê de Canistanê got ku bi hatina demsala zivistanê yekser ard û sotemenî derbasî taxê nabe dîsa li gorî hemû rewş û zehmetiyan em dibin alîkar û em ê her bi gelê xwe re bibin alîkar.
 
'Kurê min bû qurbanê şerê Lubnanê'
 
Di heman demê de koçbera bi navê Zeyneb Mihemed a ku lawê wê bû qurbanê şer wiha got:"Ev bû 12 sal ku em li Lubnanê dijîn. Bi gurbûna şer re em ji Lubnanê hatin Sûriyeyê. Di şerê ku li wir qewimî de me gelek astengî kişand. Kurê min li ser karê xwe bû, balafiran li cihê wî dan û wisa bû qurbanê şer. Min bi gelek astengî cenazeyê wî bi xwe re derbasî Sûriyeyê kir. Ev qedera me bû ku em va êşê hemî bikşînin lê dîsa hemdê xwe ji xweda dizwazim ku niha em vegeriyan nava axa xwe û spasiya hemû kesên ku deriyê xwe ji bo me vekirin û bi me re bûn alîkar dikim."
 
'Em bi cilên li ser xwe ji Lubnanê derketin'
 
Her wiha koçbera bi navê Aya Qasim jî qala rêwîtiya xwe ya şer û derbasbûna wê ya nava axa Sûriyeyê kir û wiha got:"Piştî ku şer giran bû di nava Lubnanê de em derbasî Terebilos bûn. Hefteyekê em li wir man lê dema me dît ku rewş aram nebû me berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê heya ku em gihiştin warê xwe min hezar û sed dolar da qaçaxcîyê ku em gihandin bajarê Helebê. Ji beriya salekê êrîş li ser me hebû lê ne wisa mîna niha giran bû. Em neçar man dest ji hemû tiştan berdin û vegerin axa xwe, bi cilên li ser xwe em ji devera bi navê Sêda ya Lubnanê derketin."