Li Kercewsê şewat xistin bin kontrolê

  • 22:04 26 Hezîran 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Şewata li çoltera Kercewsê destpêkir û li çoldara Mîdyatê belav bû xistin bin kontrolê û hat îdiakirin ku şewat ji ber operasyona leşkerî destpê kiriye.
 
Li çoltera Kercews a Êlihê şewat derket û bi bandor bar li gundên Şorizbah, Ebşê, Deyrîzbîn a Mîdyad a Mêrdînê belav bû. Şewat di encama mudaxaleyê de xistin bin kontrolê. Ekîbên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Amedê û her wiha ekîbên AFAD’ê mudaxale kirin.  Di encama şewatê de bi hezaran hektar qad şewitîn.
 
Hat îdiakirin ku şewat jib er operasyona leşkerî destpê kiriye.