Li Kercewsê şewat xistin bin kontrolê 2024-06-26 22:04:54   MÊRDÎN - Şewata li çoltera Kercewsê destpêkir û li çoldara Mîdyatê belav bû xistin bin kontrolê û hat îdiakirin ku şewat ji ber operasyona leşkerî destpê kiriye.   Li çoltera Kercews a Êlihê şewat derket û bi bandor bar li gundên Şorizbah, Ebşê, Deyrîzbîn a Mîdyad a Mêrdînê belav bû. Şewat di encama mudaxaleyê de xistin bin kontrolê. Ekîbên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Amedê û her wiha ekîbên AFAD’ê mudaxale kirin.  Di encama şewatê de bi hezaran hektar qad şewitîn.   Hat îdiakirin ku şewat jib er operasyona leşkerî destpê kiriye.