Li dijî komployê berxwedana dîrokî (9)

  • 09:09 4 Cotmeh 2024
  • Dosya
 
 
Paradîgmaya ku komplo beralî kir cîhanê ronî dike
 
WAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ligel tecrîda giran, bi pêşxistina paradîgmayê cîhanê ronî dike û wek 'Feylezofê sedsalê' tê nirxandin. 
 
Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat 26 sal li pey xwe hişt. Ji wê rojê de tecrîda giran li ser tê meşandin. Abdullah Ocalan bi paradîgmayên ku pêş xist li dijî komploya navneteweyî derket. Paradîgmaya ‘azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk’ ji hemû cîhanê re dibe ronî û her wiha felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ îro bû gerdunî. 
 
Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di çarçoveya paradîgma pêş xistiye di esasa azadiya jinê de Jineolojî, netewa demokratîk, modernîteya demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pêş xist û ev niha li hemû cîhanê esas tê girtin.
 
Paradîgma azadiya jinê
 
Têgehên wekê ‘Jineolojî’, ‘Îdeolojiya rizgariya jinê’, ‘Teoriya qûtbûnê’, ‘Artêşbûna jinê’, ‘Destberdana bêdawî’, ‘Hevjiyan azad’ ên ku Abdullah Ocalan li ser hûr dibûn dertê pêş berî me. Jineolojî ji bo jiyanek nû derî vebike û îdeolojiyên azadiyê yên ku Jineolojiyê xwedî dikin, rojeva esas a Abdullah Ocalan e.
 
Artêşbûna jinê
 
Abdullah Ocalan ku derbarê parastina cewherî de tespîtên girîng dike, salên 90’î de bi afirandina 'Artêşa jinan’ ji bo jinan formeke nû ya parastina cewherî da qezenckirin. 
 
Teoriya qûtbûnê
 
Abdullah Ocalan di 1996’an de teoriya qûtbûnê ya qûtbûna jinê ya ji normên civakî yên serdestiya mêr ya 5 hezar salî îfade dike, pêş xist. Heman demê de ev teoriya qûtbûnê, kifşkirina jinê, xweserbûn û rengê jinê jî pêk anî.
 
Destberdana bêdawî
 
‘Destberdana bêdawî’ jî wek berdewama Teoriya Qûtbûnê cara yekemîn di sala 2000’î de hat bikaranîn.  Ev kuram teşeyê hîn radîkaltir yên teoriya qûtbûnê îfade dike. 
 
Îdeolojiya rizgariya jinê
 
Abdullah Ocalan yekem car 8’ê Adara 1998’an de ‘Îdeolojiya rizgariya jinê’ îfade kir û bi vê re di têkoşîna giştî de cihekî girîng daye rêxistinbûn û qazadiya jinê. Yekem car, li cîhanê Abdullah Ocalan ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ diyarî jinan kir.
 
Felsefeya jiyana esas
 
Jin zîncîra koletiyê ya zîhniyeta serdest ya mêr bi felsefeya hevjiyana azad beralî dike. Abdullah Ocalan ku got ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’ derbarê jiyaneke azad û wekhev de, hevjiyana azad pêşniyar dike. 
 
Yekbûna îdeolojiya azadiya jinê: Jineolojî
 
Abdullah Ocalan ku Jineolojî li girtîgeha Îmraliyê pêşxist wek têgeh yekem car di 2008’an de di parêznameya xwe ya 'Ozgurluk Sosyolojîsî'de bikar anî. Jinolojî hemû îdeolojiya azadiya jinê vedibêje û jiyanek nû datîne holê û Jineolojî ji bo hemû jinên cîhanê dibe ronahî. Jineolojî ku wek zanista jinê tê zanîn, zanistê bi nêrîna jinê digire dest.
 
Neteweya demokratîk
 
Yek ji têgehên din ya Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêş xist têgeha ‘Netewa demokratîk’ e. Çiye ev Netewa demokratîk? Abdullah Ocalan ji neteweya demokratîk diyar dike modela netew-dewlet ji bo civakan.  Abdullah Ocalan her wiha diyar dike ku neteweya demokratîk, li dijî normên koletiya tê ferzkirin, azadiyê esas digire.
 
Modernîteya demokratîk
 
Yek ji têgeha din a Abdullah Ocalan pêşxistiye ‘Modernîteya demokratîke’ û yek ji têgehên herî girîng ya sedsalê ye. Modernîteya demokratîk li dijî yekparêziyê civakîbûnê li dijî şer jî aştiyê esas digire. Ji bo pergala xetimiye hêza çareseriyê ava dike.
 
Konfederalîzma demokratîk
 
Abdullah Ocalan di 2004’an de di esasa paradîgma ‘Azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk’ de konfederalîzma demokratîk an jî bi navê din xweseriya demokratîk afirand. Konfederalîzma demokratîk jiyane komunal, wekhev, demokratîk û xweser îfade dike. Her wiha xwe bixwe rêvebirina gel esas digire.
 
Di xweseriya demokratîk de  6 ast
 
Abdullah Ocalan xweseriya demokratîk bi 6 astê digire dest. Ev, siyasî, hiqûqî, aborî, çandî û dîplomasiye. Abdullah Ocalan xweseriya demokratîk wek ‘Nerm, pir çandî, dij-tekelî û lihevkirinê esas digire’  vedinasîne. Abdullah Ocalan diyar dike ku neteweya demokratîk rih, xweseriya demokratîk jî beden e. Her wiha Abdullah Ocalan destnîşan dike ku projeya çareseriya wî xweseriya demokratîk esas digire. 
 
Li cîhanê mînak, li Tirkiyeyê tecrîd
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di encama komploya navneteweyî de dîl hat girtin 25 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de girtiye û bi paradîgma ‘Azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk’ ji hemû cîhanê re dibe ronî. Her wiha bi têgehên wekê ‘modernîtey ademokrtîk, jîneolojîk, xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk’ jî wek ‘feylezofê sedsalê’ tê dîtin.