Ji Dayikên Plaza De Mayoyê berteka li hemberî tecrîdê

  • 11:52 4 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê, di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de tecrîda li ser Rêberê  PKK'ê  Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
 
Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê, di çalakiya şermezarkirinê ya Dayikên Plazo De Mayo de ku her Pêncşemê ji bo 30 hezar windahiyan li dar dixin, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyam hatin parvekirin.
 
Di çalakiyê de li ser şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û polîtîkayên tecrîda bi rêk û pêk a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.
 
Çalakgeran diyar kirin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê PKK’ê yekane rêya çareseriyê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn e. Hate ragihandin ku hêzên serwer ên navneteweyî ji gotineke bi tenê ya li Îmraliyê ditirsin, lewma jî pergala tecrîd û îşkenceyê dewam dike.