Li Wanê jinek bi guman ji pencereyê ket

  • 14:05 26 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
WAN- Sevgî Turhan li Artemêtê bi awayekî bi guman ji pencereyê ket.
 
Li navçeya Artemêtê ya Wanê, 23’ê Hezîranê roja yekşemê saet di navbera 08.00-09.00’an de Sevgî Turhan a 23 salî bi awayekî bi guman ji pencereyê ket û bi giranî birîndar bû. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Sevgî Turhan a ku ev salek û nîv e zewicî bû, roja yekşemê ji pencereya mala xwe ya li qatê 3'yemîn li ser pişta xwe ket. Hate hînbûn ku Sevgî ya ku li nexweşxaneyê û di bin tedawiyê de ye gelek cihên laşê wê şikestine û bijîşkan ew kirine emeliyatê.