Li Wanê jinek bi guman ji pencereyê ket 2024-06-26 14:05:35       WAN- Sevgî Turhan li Artemêtê bi awayekî bi guman ji pencereyê ket.   Li navçeya Artemêtê ya Wanê, 23’ê Hezîranê roja yekşemê saet di navbera 08.00-09.00’an de Sevgî Turhan a 23 salî bi awayekî bi guman ji pencereyê ket û bi giranî birîndar bû.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Sevgî Turhan a ku ev salek û nîv e zewicî bû, roja yekşemê ji pencereya mala xwe ya li qatê 3'yemîn li ser pişta xwe ket. Hate hînbûn ku Sevgî ya ku li nexweşxaneyê û di bin tedawiyê de ye gelek cihên laşê wê şikestine û bijîşkan ew kirine emeliyatê.