Qedexeya li ser zozanên Agiriyê hat rakirin

  • 12:17 26 Hezîran 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - Qedexeyên zozanên ku ji ber operasyona leşkerî ya li çiyayê Agiriyê hatibûn destpêkirin, hatin rakirin.
 
Ji ber operasyona leşkerî ya li çiyayê Agirî di 17’ê Hezîranê de ketin û derketina gund û zozanên herêmê hatibû qedexekirin. Ji ber qedexeyan gundî nikarin sewalên xwe bibin zozanan, welatiyên xwecihî û biyanî jî nikarin hilkişin. 
 
Qedexeyên di 17’ê Hezîranê de hatibûn destpêkirin, hatin rakirin