Qedexeya li ser zozanên Agiriyê hat rakirin 2024-06-26 12:17:15     AGIRÎ - Qedexeyên zozanên ku ji ber operasyona leşkerî ya li çiyayê Agiriyê hatibûn destpêkirin, hatin rakirin.   Ji ber operasyona leşkerî ya li çiyayê Agirî di 17’ê Hezîranê de ketin û derketina gund û zozanên herêmê hatibû qedexekirin. Ji ber qedexeyan gundî nikarin sewalên xwe bibin zozanan, welatiyên xwecihî û biyanî jî nikarin hilkişin.    Qedexeyên di 17’ê Hezîranê de hatibûn destpêkirin, hatin rakirin