Li Wanê çalakiya rûniştinê: Têkoşîna me dê bidome

  • 13:49 5 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê ji bo Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş ku qeyûm tayînê şûna wî hat kirin û 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn çalakiya rûniştinê pêk hat. Piştre jî daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Têkoşîna me dê bidome." 
 
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qeyûmê ku tayînê Şaredariya Colemêrgê hat kirin daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya ku li Parqa Feqiyê Teyran hat dayîn gelek kesî piştgiriyê da. Di daxuyaniyê de dovîzên " Em ê teqes biserkevin"," Qeyum feraseta mîsogeriyê ye", " Îradeya gel nayê desteserkirin",  "Qeyûm xespe", " Qeyûm wê biçin gel bê", "Ne qeyûm edalet"," Êdî bes e qeyûm", "dest nede vîna min", "Colemêrg ya me ye şarederî ya meye", "Berxwedan jiyane" hat bilindkirin. Her wiha bi haporlorê mûzîk hat vekirin û girse tevlî stranan bû. Girse piştre heta ku danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş encama wê diyar bibe dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
Piştî ku 19 sal û 6 meh ceza li hevşaredarê Colemêrgê hat birîn şûnde girse li ber parqê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar axivî. Zulkuf wiha got: "We bi van polîtîkayan gelê vî welatî mehkûmî birçîbûn û bêbextiyê kir. Em careke din dibêjin ku me ev darbeya welî qebûl nekir û qebûl jî nakin. Em ê li vî welatî têkoşîna demokrasî, edalet û hiqûqê bidomînin. Bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê gelê me xwedî li vîna xwe derket. Ev xwedîderketin ne tenê li Colemêrgê bû, li Wan, Amed û li hemû Kurdistanê xwedî derketin. 
 
Bêhiqûqiya ku du sal berê dest pê kiribû îro jî dewam kir. Em biryara daraza AKP û MHP’ê nas nakin. Ev biryar neqanûnî ye. Cezakirina hevşaredarê me bêalîbûna darazê bi temamî ji holê rakir. Ev biryar li ser mafê gelê kurd yê 100 salî yê dengdanê û hilbijartinê ye. Cezayê ku li hevşaredarê me hatiye dayîn jî cezayê hemû Gelê Kurd e. 
 
Em dizanin ku ev biryar wê li hemû Kurdistanê belav bibe. Em ê her tim li dijî vê têbikoşin.  Heta ku ev welat li ser pirsgirêka Kurd, aştî, demokrasî û edaletê pêk were, têkoşîna me wê bidome."
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên, "Siddik vîna me ye", "Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye", "AKP neheqr, qeyûm dize" û "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.
 
Piştî daxuyaniyê girse ji Cedaya Cumhuriyetê ber bi avahiya DEM Partiyê ve dest bi meşe kir. Di dema meşê de girse tim dirûşmeyên “Siddik Akiş rûmeta me ye”,  “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” û “Colemêrg rûmeta me ye" hatin berzkirin. 
 
Her wiha di dema meşê de welatiyên li derdorê bi çepik û tililiyan piştgirî da. 
 
Meş li ber avahiya DEM Partiyê bi dawî bû.