Li Mexmûrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin

  • 11:45 5 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve şermezar kir û got: “Ev biryar biryara întîqam, têkçûnêye, bê çaretî, xetimîn û windakirinê ye. Em bang li tevayî gelê Kurd, saziyên mafê mirovan, partiyên muxalefetê, gelên azadîxwaz û dostên Kurdan dikin dest bidin hev û ji vê zihniyeta qayuman re bêjîn êdî bes e.”
 
Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî qeyumên ji aliyê rejîma AKP’ê ve li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi taybet li ser Colemêrgê tê ferz kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Daxuyanî bi amadebûna endamên şaredariyê li ber avahiya Şaredariya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
 
Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Şaredariya Mexmûrê Jiyan Pusat ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Weke tê zanîn hikumeta faşist ya AKP û MHP’ê bi salane li ser gelên li Tirkiye, gelên azadîxwaz, bi taybet gelê Kurd yê welatparêz bi rê û rêbazên der qanûnî, bi polîtîqaya zext, çewisandin, bişaftinê zilm û zordariyekî bi sîstematîk dide meşandin. Li aliyekî bi polîtîkaya xwe ya şer û dagirkirinê komara Tirkiye û gelên Tirkiye xistiye nava qeyranekî aborî, li aliyê din dewlet vegerandine dewleta mafya û çeteyan. Zindan tejî azadîxwaz kirine. Beramberê Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, herwiha li her cihê Kurd lê heyîn, polîtîkayek ya dijminane dide meşandin. Di hindir de li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdekî girankirî pêktîne, li zindanên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê îşkencê dide birêvebirin. Bi dozên weke doza Kobanê hilbijartiyên gelê Kurd ceza dike û li ser derdorên azadixwaz terorê dimeşîne.
 
Desthilata faşîst ya AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên şer û îrade nasnekirinê roj bi roj têkçûnê jiyan dike. Piştî têkçûna hilbijartinên 31’ê Adarê ev xetimîn û tengezarî ji bo vê îktîdara faşîst gihişt lûtkeyê. Bi vê kîn û nefreta windakirinê, li beramberê gelê Kurd, têkoşîna azadiyê, derdorên demokrat û muxalefetê kete nava hewldanên êrişkarî û nîjadperestiyê. Despêkê xwest li Wanê darbe li îradeya gel û serkeftina têkoşîna azadiyê bixe. Dema bi berxwedana gelan û derdorên demokrat re rû bi rû ma bi ser neket, cardin di 3’yê Hezîranê de, bi binçavkirina Hevserokê Şaredariya Colemêrg û dagirkirina Şaredariya Gel xwest darbe li îradeya gelên azadîxwaz bide. Bi eger û hêcetên bê bingeh, qayum avêtin ser şaredariya Colemêrgê, hevserok û 16 endamên Meclîsa Şaredariyê ji erk girtin û li şûna wî çeteyekî xwe erkdar kirin.
 
Wek Hevserokên Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, tevayî xebatkarên şaredarî û gelê penaber yê Mexmûrê, em vê êrişa dijminane ya li ser îradeya gelan, binçavkirina hevserokê Şaredariya Colemêrgê birêz Mihemed Siddik Akiş û qayum danîna ser şaredariyê bi tundi şehmezar dikîn. Ev biryar biryara întîqam, têkçûnêye, bê çaretî, xetimîn û windakirinê ye. Em jî bi sedema polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta faşîst ji cih û warê xwe koçber bûne û li Mexmûrê jiyan dikin. Lê dilê me li gel dilê Colemêrgê, Amedê, Wanê lêdide û em têkoşîna we, sekna we ya li hember zihniyeta qayumên AKP-MHP’ê silav dikin.
 
Em bang li tevayî gelê Kurd, saziyên mafê mirovan, partiyên muxalefetê, gelên azadîxwaz û dostên Kurdan dikin dest bidin hev û ji vê zihniyeta qayuman re bêjîn êdî bese. Îro li beramber DEM Partî, sibe wê li beramberê hemû reng û dengên cûda heman polîtîKa were meşandin.”
 
Daxuyanî bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gel’ bi dawî bû.