19 jinên Êzidî yên bi destê DAIŞ’ê hatin şewitandin, hatin bibîranîn

  • 10:59 5 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jinên Êzidî bi daxuyaniyek 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin şewitandin, bi bîr anî û got ku dê bi têkoşîn, berxwedan û yekitiya jinan hesabê fermanê bixwazin.
 
Weqfa Jinên Êzidî ya Şengalê bi boneya bibîranîna 19 jinên Êzidî ku di 3’yê Hezîrana 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji bo ku nebûn Misilman û rojî negirtin li navenda Mûsilê bi saxî hatin şewitandin, daxuyanî da.
 
Weqfê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê bi têkoşîn, berxwedan û yekitiya jinan hesabê fermanê bixwazin û bang li hemû jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat kir ku ji bo darizandina DAIŞ û hevkarên wî, dengê xwe bilind bikin.
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Weqfa Jinên Êzidî ve hat dayîn wiha ye:
 
“Êzdayetî yek ji kevintirîn baweriya li ser axa Mezobotamyayê ye. Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de, li ser vê axê 74 caran qirkirin jiya ye. Di her fermanê de jin hedef hatiye girtin. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an bi ser civaka Êzidî yên Şengalê anî. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîl ketin. Di vê fermana mezin û giran de qûrbaniya herî mezin jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, di bazarên weke Musil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzdayetiyê dûr xistin û ola Îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne diyar e.
 
Di 3’yê Hezîrana 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê di meha Remezanê de 19 jinên Êzidî ku ji ber dev ji baweriya xwe ya Êzdayetiyê ber nedan, di qefesên hesin de bi saxî şewitandin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin, bi dinyayê da nîşandan ku DAIŞ rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatine aşkerakirin û tu lêkolîn di vê mijarê de nehatiya kirin.
 
Em di şexsê 19 jinên Êzidî de, hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin. Ev bûyera bi êş hêrsa me li hemberî dijmin mezin dike. Bi têkoşîn, berxwedan û yekitiya jinan em ê hesabê vê bûyerê û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bixwazin û dengê xwe ji bo xweparastinê bilind bikin. Di dawiyê de em wek Weqfa Parastina Jinên Êzidî bang li tevahî jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat dikin ku ji bo darizandina DAIŞ û hevkarên wî, em bi hev re dengê xwe ji bo edaletê bilind bikin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
 
Têkildarî mijarê berdevka weqfa jin axivî û diyar kirin ku ewê roja biêş jibîr nekin.
 
Berdevka Weqfa jinên Êzidî Seher di derbarê mijarê de axivî û buyera bi êş ya şewata 19 jinan şermezar kir û wiha got: “Weke ku tê zanîn di 3’ê Hezîrana 2016’an de 19 jinên ku esîr hatibûn girtin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di nava qefesekê de hatin şewitandin, em wê bûyerê şermezar dikin û weke tol rakirina wê jî duh jineke din ya ku êsîr bû hate rizgar kirin û vegeriya ser axa Şengalê.”