Girtiyê 30 salan Mûtlak Tozûn jiyana xwe ji dest da

  • 13:37 30 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Mûtlak Tozûnê ku 30 sal bûn girtî bû û li Girtîgeha Tîpa T ya Akhîsarê dihate ragirtin, ji ber nexweşiyên xwe yên tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Mûtlak îro li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. 
 
Mûtlak Tozûnê ku 30 sal bûn girtî bû û li Girtîgeha Tîpa T ya Akhîsarê dihate ragirtin, ji ber nexweşiyên xwe yên tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Mutlak, li ser daxwaza malbata wî ya bila tedawiya wî li Wanê bê domandin di 2’yê adarê de sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê hatibû kirin. Mûtlak duh bi şev rewşa wî giran bû, di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hate diyarkirin ku cenazeyê Mûtlak dê li navçeya Panos a Agiriyê were veşartin. 
 
Mûtlak Tozûn ji ber sibeya 18’ê kanûnê li menzela girtîgehê de ji şer hişê xwe diçe û wî radikin nexweşxaneya Dewletê ya Akhisarê û 3 rojan li vir tê derman kirin, di tetkîkan de tê diyarkirin ku di nava laşê wî de kîtle heye. Ji ber ku derfetên nexweşxaneyê kêm bûn di 18'ê çileyê de wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Îzmîrê, ji wê rojê û vir ve dihat dermankirin. Di dema dermankirinê de parêzerên Mûtlak Tozûn ji bo berdana wî serlêdan kirin. Di encama serlêdanê de Tozun di 25’ê çileyê de hat berdan. Piştî tetkîkên ku hate kirin, derket holê ku Mûtlak Tozûn bi pençeşêrê ketiye.