Xizmên Windayan banga pêkanîna edaletê kirin

  • 14:40 23 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê kom bûn û aqûbeta windayên xwe pirsîn, daxwaza pêk anîna edaletê kirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin kom bûn. 
 
Amed 
 
Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 789’emîn de berdewam kir. Di çalakiya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê hate lidarxistin de pankarta ku wêneyên windayan li ser bû hate vekirin û wêneyên windakiriyan hate hilgirtin. 
 
Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mîrza Ateş ê di 18'ê Adara 1994'an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hat windakirin pirsîn.
 
Êlih 
 
Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 625’yemîn a çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistan kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hate vekirin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven ê di Nîsana 1998'an de li Êlihê hatibû windakirin hate pirsîn. Çîroka winda ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Sînan Îslam Gegîn ve hat xwendin.
 
Îzmîr
 
Şaxa HD ya Îzmîrê jî çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku her du hefte carekê li dar dixe, li ber Konak Eskî Sûmerbank li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Winda ûjdan in, parastina wan bikin” û “Kiryar û winda li ku ne” hatin vekirin. Serokê Giştî Şahîn Tûmûklû di daxuyaniya vê hefteyê ya 21'ê Adara 1995'an de çîroka Hasan Ocak ê ku piştî li Stenbolê hat qetilkirin hat xwendin, Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Ege Zafer Încîn ve hat xwendin.