Li Şehbayê pîrozbahiya Newrozê

  • 12:51 23 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Coşa Newrozê ya ku bi rojan e didome, îro li Şehbayê berdewam kir. Bi deh hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ber bi gundê Elweşe yê navçeya Ehdasa Şehbayê ve meşiyan û Newroza xwe pîroz kirin.
 
Ji ber rewşa hewayê ya bi baran Newroza li kantona Şehbayê hatibû taloqkirin. Îro bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bi şahiyeke girseyî Newroz hat pîrozkirin. Bi deh hezaran ji koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê berê xwe dan qada şahiyê li navçeya Ehdasa kantona Şehbayê û bi hev re agirê Newroza 2024'an geş kirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê hat xemilandin.
 
Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, bi guhdarîkirina dengê Abdullah Ocalan ku behsa girîngiya pîrozkirina Newrozê û xwedîderketina li çanda xwe dikir domiya. Piştre ji aliyê malbatên şehîdan ve agirê Newrozê hat pêxistin.
 
Piştî pêxistina agir, koma Veger derket ser dikê û stranên xwe gotin. Piştre li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif, axivî. Foza Yûsif di axaftina xwe de Newroza 2024'an li  Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û got: "Em Newroza 2024'an li Rêber Apo û tevahî kesên azadîxwaz pîroz dikin. Coş û vîna Efrîniyan li seranserê cîhanê deng vedaye û bi berxwedana xwe tên nasîn. Em ê bi ruhê Newrozê, azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û Efrînê rizgar bikin, li dijî dagirkeriyê gelê Efrînê berxwedana xwe bi îsrar û vîn li deverên koçberiyê didomîne. Geşkirina agirê Newrozê nîşaneya têkbirina dagirkeriyê ye."
 
Paşê koma Çiyayê Kurmênc derket ser dikê û stranên xwe gotin. 
 
Koma govendê ya Çiyayê Kurmênc bi govendên xwe Newroz xemilandin.
 
Ferhad Merdê jî bi helbestên xwe Newrozê pîroz kir. 
 
Hunermend Rêzan Bekir jî bi stranên xwe reng da Newrozê. 
 
Her wiha koma Şehîd Berçem a Tevgera Hîlala Zêrîn, stranên xwe gotin. 
 
Piştre koma govendê ya kevnşopî derket ser dikê û bi govendên xwe reng da şahiyê. 
 
Di dawiyê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn hunermend Fatimê Bîlal derket ser dikê.
 
Pîrozbahiya Newrozê ya sala 2024'an li Şehbayê bi gerandina govendê bi dawî bû.