Ji bo Komkujiya Helebce jiyan rawestiya

  • 14:56 16 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dan seat 11.00’an de 5 deqe rêz hat girtin, jiyan rawestiya.
 
Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas a bi serokatiya Sedam Hisên bi çekên kîmyewî Helepçe ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya bîranîna kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 deqe jiyan rawestiya.
 
Qamişlo
 
Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo bîranîna Komkûjiya Helebce daqeyek rêzgirtin. Pişti rêzgirtinê li pêşiya çarxereya Sonî daxuyanî hat dayîn.
 
Daxuyaniya ku ji aliyê endama Însyatîfa gel, Şemsîxan Gulo ve hatî xwenndin wiha bû: “Îro salvegera komkûjiya Hlebça ku dikeve sala xwe ya 36’an. 5 hazar mirov hatin qetilkirin. Bi hezara serhildan û şoreşê me binpêkirin, xiyanetekî dîrokî ku bi gelê Kurd re dikin ji wê dîrokê heta roja îro van xiyanet û planan didin meşandin. Planên ku dewleta Tirk li ser herêmê dide meşandin û têkiliyên xwe çêdike. Bila zanibin ku em gelê Kurd xwedî îrade, îsrar in û Rêberekî dagirtî felsefe ne. Em ê hata dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîn bikin.”
 
Daxuyanî bi diruşmeyan bi dawî bû.