Li Başûrê Kurdistanê cangoriyên komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn

  • 14:50 16 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 36’emîn salvegera komkujiya Helebce, li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin û şehîdên komkujiyê hatin bîranîn.
 
Îro 36 sal di ser komkujiya Helebce re derbas dibe. Bi vê boneyê li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cûda cangoriyên komkujiyê hatin bîranîn.
 
Silêmanî
 
Li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Hunermendên Milî ve meşek hat organîzekirin. Meşê li bazara mûzîkê ya bajêr li ber gotina sirûd û lêdana defê destpêkir heta ber Dergay Sera berdewam kir. Li vê derê jî ji bo bîranîna şehîdan çend deqe rêzgirtin pêkhat.
 
Kerkûk
 
Li sê cihên cûda yên Kerkûkê jî welatiyan bi bilindkirina ala reş  û sekinîna çend deqeyan bi bêdengî şehîdên komkujiyê bibîranîn.
 
Ranya
 
Bi heman armancê li Trafîka mezin a navçeya Ranyayê jî welatî ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê çend deqeyan bi bêdengî sekinîn.
 
Hewlêr
 
Li Hewlêrê jî bi kombûna welatiyan a li ber Qelaya Hewlêrê şehîdên komkujiyê hatin bîranîn. Ji bo bîranîna 5 hezar şehîdan jî 5 hezar gulên ji cûrê pepule li Parka Şanedar a bajêr hatin çandin.
 
Çoman
 
Li têketina bajaroka Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê jî welatî kom bûn û bi sekinîna çend deqeyan qurbaniyên kîmyabaranê hatin bîranîn.