Newroza li Qeyseriyê hat betalkirin

  • 12:24 16 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Pîrozbahiya Newrozê ya li Qeyseriyê ku ji aliyê qeymeqamtiyê ve destûra wê hatibû dayîn, bi hinceta “ewlehiyê” hate betalkirin. 
 
Destûra ji bo Newroza ku dihate plankirin li cihê bazarê yê li Taxa Boztepe ya navçeya Kocasînan a Qeyseriyê were pîrozkirin hatibû wergirtin, ji aliyê qeymeqamtiya navçeyê û miduriyeta polîsan a navçeyê ve bi hinceta “ewlehiyê” hate betalkirin.