Li Mersînê 5 kes hatin binçavkirin

  • 11:52 16 Adar 2024
  • Rojane
 
MERSÎN - Li Mersînê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li Mersînê di saetên sibehê de polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de hevserokê  Komeleya Alîkariya Malbatên Giriyan ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Ergîn Altuntaş jî nav de Nurettîn Ozdemîr, Hava Tekîn Olmaz, Selahattîn Baran û kesekî ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.
 
Hat hînbûn ku 5 kes birine Midûriyeta Emniyeta Mersînê û der barê  hinceta binçavkirinê de agahî nehat girtin.