'Divê komkujiyên wekî Helebçeyê dubare nebin'

  • 09:19 16 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj Xalîde Ebdo bi lêv kir ku her tim polîtîkayên yek al, yek ol û yek netew li ser gelê kurd hatin ferzkirin û bi vê re rê li pêşiya komkujiyên mîna Helebçeyê hat vekirin û wiha got:"Ji bo komkujiyên mîna Helebçeyê dubare nebin yekîtiya gelan a bi hev re girîng e. Her wiha divê her gel bigihêje azadiya xwe û newekheviya di navbera gelan de bi dawî bibe. Divê komkujiyên wekî Helebçeyê dubare nebin."
 
Di 16'ê Adara 1988'an de, li ber çavên cîhanê 5 hezar kurd bi gaza kîmyewî hat qetilkirin. Çend 36 sal bi ser qirqirinê re derbas bû jî di nav 36 salan de hemberî kurdan bi rêbazên cuda dîrok her dubare bû û her bi qirkirinê re rûbirû man.
 
Pêvajoya Enfalê di 12’yê Adara 1986’an de dest pê kir û di 7’ê Hezîrana 1989’an de bi dawî bû û di encamê de 182 hezar kurd hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de 4 hezar û 500 gund û 30 navçe hatin hilweşandin. Di heman pêvajoyê de, di 12’yê Adara 1988'an de jî bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr êrişî Helebçeyê kirin. Beriya êrişa kîmyewî hêzên hewayî yên Iraqê destpêkê ji bo ku kîmyebarana li nava bajêr bi bandor bibe bi çekan xaniyan bombebaran kirin û camên wan şikandin. Piştre bombeyên kîmyewî avêtin. 8 balafirên MIG-23 ên hêzên hewayî yên Iraqê 5 saetan bombeyên gazê yên bi jehrî avêtin ser Helebceya ku 40 hezar serjimara wê hebû.
 
Têkildarî mijarê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj Xalîde Ebdo bi lêv kir ku ew ê tu carî komkujiya Helebçeyê ji bîr nekin û ji bo komkujiyên bi vî rengî dewam nekin wê her tim berxwedana xwe bidomînin. 
 
'Ji bo qirkirina gelê kurd komkujî pêk hat'
 
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj Xalîde Ebdo da zanîn ew ê tu carî komkujiya Helebçeyê ji bîr nekin û wiha got:" Em komkujiya Helebçeyê û hemî Pakrewanên komkujiya Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di komkujiya Helebçeyê de 5000 kurd şehîd ketin. Yek ziman, yek netew, yek ol li ser gelê kurd hat ferzkirin. Gelê kurd bi van polîtîkayana her tim ji mafên xwe bêpar hatin hiştin. Komkujiya Helebçeyê zirarek mezin da gelê kurd û bajarê Helebçeyê. Li dijî vê komkujiyê heta roja me ya îro gelê kurd berxwedana xwe dewam dikin da ku tola wan şehîdan rakin."
 
Li dijî komkujiyan mezinkirina rêxistinbûyinê
 
Xalîdeyê da zanîn rejîma sûriyeyê ji bo siyaseta yek ol, yek ziman û yek netew her tim êrişî gelê kurd kiriye û wiha lê zêde kir:"Bi taybet kurdan dike hedef. Loma jî ev dibe sedema aloziya di Sûriyeyê de. Her wiha rê li ber komkujiyên mîna Helebçeyê jî vedike. Bi siyaseta zextê hewl dide kurd serê xwe ranekin. Lê belê em ê wekî gelê kurd li dijî hemû komkujiyan rêxistinbûyina xwe mezin bikin."
 
Xurtkirina rihê yekîtiyê 
 
Siyaseta rêjîma sûriyeyê û ya dewleta tirk ji hev ne qut in, her du jî daxwaz dikin ku gelê kurd di nava komkujî û qirkirinê re derbas bibin. Armanca wan ew e ku kurd bi zimanê xwe neaxivin, xwedî li çanda xwe û li mafê xwe jî dernekevin. Ji bo wê jî kurdek li ku dibe bila bibe her kiryarên xwe yên qirêj bi ser wan dide meşandin. Wê siyaseta xwe ya hov didin dewamkirin. Li Iraqê jî bi heman zihniyetê êrişa çekê kîmyewî li dijî kurdên li Helebçeyê hat kirin. Bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Zihniyeta dewletê dijminê kurdan heman zihniyet e loma divê em li dijî vê zihniyetê rihê xwe yê yekîtiyê xurt bikin."
 
'Divê komkujiyên wekî Helebçeyê dubare nebin'
 
Xalîdeyê bi lêv kir ku ji bo komkujiyên mîna Helebçeyê dubare nebin divê wekheviya di navbera gelan de esas bê girtin û her gel bigihêje azadiya xwe û wiha got:"Kurd di nava Sûriyeyê de ji hemî cureyên kiryarên nebaş ên dewletan bêpar neman. Lê li hemberî vê yekê bêdeng jî neman. Li ser bingeha projeya Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin kirin û tekoşîna li dijî van siyasetan dan dewamkirin. Her wiha vê projeyê hemû pêkhate di nava xwe de vehewand. Hemûyan tê de cihê xwe girtin. Ji bo komkujiyên mîna Helebçeyê dubare nebin yekîtiya gelan a bi hev re girîng e. Her wiha divê her gel bigihêje azadiya xwe û newekheviya di navbera gelan de bi dawî bibe. Divê komkujiyên wekî Helebçeyê dubare nebin."
 
'Komkujiyên li ser gelê kurd tên kirin ji derveyî mirovahiyê ne'
 
Xalîdeyê bang li tevahî rêxistina kir ku êdî li ber hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin û wiha got:"Ev komkujiyên ku derheqê gelê kurd tên kirin ji derveyî mirovahiyê ne. Mirov û welatan bi xwe re hildiweşîne. Divê rêxistinên mirovî li hemberî van kiryarên ji derveyî mirovahiyê her tim dengê xwe bilind bikin. Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî helwesteke zelal bê nîşandan. Divê zext dewleta tirk a dagirker bê kirin da ku ji Sûriyeyê derkeve. Dewleta tirk axa me kurdan dagir kiriye divê zext lê bê kirin ku ji axa me derkeve. Divê tu kes li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne û xwedî li Şoreşa 19'ê Tîrmehê derkevin. Çimkî bi vê şoreşê gelê kurd bersivek xurt dan siyasetên faşîst. Siyasetên faşîst ên dixwazin kurdan hem li Sûriyeyê hem jî li Rojava qir bikin."
 
'Armanca dewleta tirk û rejîma sûriyeyê yek e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Xalîdeyê da diyarkirin ku armanca dewleta tirk û rejîma sûriyê ya di Sûriyeyê de ji hev du ne qut in û wiha  got:"Armanca dewleta tirk û ya rejîma sûriyeyê yek e. Her du ji bo qirkirina gelê kurd karê xwe didin dewamkirin. Lewma heta roja me ya îro jî aloziya li Sûriyeyê berdewam dike û çareyek ji bo wê nayê dîtin."