Jinên Îdirê: Bi kevçî didin û bi çoçikê ji me digirin

  • 09:13 16 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin
 
ÎDIR - Jinên kurd, azerî û tirk ên li Îdirê dijîn bal kişandin ser çaresernekirina pirsgirêkên bajêr ên wekî av, rê û binesaziyê û gotin: "Ligel wan pirsgirêkan qeyraneke aborî heye û nikarin debara xwe bikin. Sedema vê qeyranê Erdogan e. Bi kevçî didin û bi çoçikê ji me digirin."
 
Îdir a ku di aliyê çandinî û bazirganiyê de xwedî derfetên mezin e, ji ber deriyê sînor girtî ye welatî nikarin debara xwe bikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ve jî gel pirsgirêkên xwe zêdetir tînin ziman. AKP a ku heta îro pirsgirêkên bajêr çareser nekiriye, bi pakêtên alîkariyê û bi soza kardayînê berê xwe da hilbijêran. Hilbijêrên kurd, azerî û tirk ku ji vê rewşê gazinc in bertek nîşandan û da zanîn ku sedema bingehîn a pirsgirêkan hebûna AKP'ê ye û nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.
 
Pirsgirêkên taxê nayên çareserkirin 
 
Maliyete Sariç: Debar gelek zehmet bûye. Ji ber bihabûnê em nikarin tiştekê bistînin. Hemû kes dibêje sedema vê bihabûnê Erdogan e. Ji ber keça min nexweşe, alîkariya ku ji bo wê tê dayîn ve em debara xwe dikin. Hinek dibêjin dê kurd şaredariyê bigirin, hinek jî dibêjin paratiyên dinê. Ez namzetên DEM Partiyê jî nasdikim û ez hez dikim. Ger ku em başbin dê ew jî baş bin. Ger ku DEM Partî bê hilbijartin elbet daxwazên me jê hene. Pirsgirêkên me gelek zêdene. Qeyûmê gaza xwezayî kişandine taxê, lê hemû derê kolandine û di nava heriyê de ne. Ev 2-3 sal in wisa ye. Salekê hatin gaza xwezayî kişandin, salekê hatin kanalîzasyon kişandin û salekê jî avê kişandin. Ji ber vê yekê taxa me di nav heriyê de ma. Banê mala min dilop dike. Berê çendekî ez çûm şaredariyê min alîkarî xwest, lê alîkariya min nekirin. Ez ji xizmeta şaredariyê ne memnûnim. Carekê jî ez ji bo pirsgirêka avê çûm, lê ava min jî çarereser nekirin. Du zarokên min astengdarin û yek nexweşiya epîlepsiyêye. Mala ku ez tê de dimînin ne ya min e, ya malbata min e. Ji bo şaredariyê kîjan başbe bila ew bibe.
 
Şaredariyên ku pirsgirêkan çareser dike dixwazin
 
Sevînç Yayva: Ji bo me tu xizmetek nehatiye kirin. Derfetê kar tuneye ku milet bixebite. Tendûristî girîng e, lê nexweşxaneyek baş tuneye. Ev yên herî girîng in û ev jî nayên kirin. Tên sozan didin, lê sozên wan hemû vala ne. Qeyûm avêtin ser şaredariya me û neheqiyeke mezin kirin. Kîjan hilbijartinê qezenc kiribe rêvebirî mafê wan ye. Tişta ku ji destên me tê em dikin. Di hilbijartinan de dîsa em didin partiya xwe. Partiya min her tim diyar e. Partiya min partiya kurdan e. Ev partî mafê me diparêze. Em ji partiya xwe dema şaredariyê bi dest bixe dixwazin ku ji bo me cihên kar ava bike. Bila fabrîqeyan vebikin û pirsgirêka bêkariyê çareser bike. Aborî gelek zehmet bûye. Kesek nikare êdî debara xwe bike. Milet êdî birçî ma ne.
 
‘Ji ber qeyranê jiyan zehmet bûye' 
 
Zeynep Kaya: Em dixwazin ku vê hilbijartinê de kurd, partiya kurdan bi ser keve. Di heman demê de li aliyekî ve jî ji ber qeyrana aboriyê debara jiyanê gelek zehmet bûye. Divê kurd xwedî xwe derbikevin. Bila dengê xwe nedin Tayyîp. Tayyîp ji xwe tiştekî nake. Dijminê kurdan e. Piştî ku qeyûm tayînê şaredariya me hat kirin vir ve ji bo me tu tiştî nekiriye. Gelek pirsgirêkên me hene, tu yekê re nebû çareser.  Rêyên me ew qas xirap û qirêjin ku em nikarin bimeşin. Ez dengê xwe tim didin partiya kurdan. Yanî DEM Partî. Partiya kurdan her tim me diparêze. Em bang li hemû gelên dinê jî dikin ku ji bo em bi hev re bijîn û pirsgirêkên me çareser bibin bila dengê xwe bidin partiya kurdan. Ger ku DEM Partî bi ser keve em dixwazim bila ev pirsgirêkên me yên rê, av û bêkariyê çareser bike.
 
‘Bila Tayyîp dev ji vî welatî berde’
 
Emîne Çelîk: Êdî bes e. Hemû tişt gelek biha ye, em nikarin tiştekî bistînin. Em nikarin zarokên xwe binêrin. Bila Tayyîp dev ji vê welatê berde. Sedema vê qeyranê ew e. Sedema van hemûyan ew e. Niha hilbijartin jî nêz dibe. Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî partiya me ye. Ez di karekî de naxebitim. Ji ber ku kar tuneye. Ji malbata min kesekê nikare bixebite. Mûçeya asgarî didin. Lê ew têra çi dike?
 
‘Sedema qeyranê Edrogan e' 
 
Kerîman Parîn: Qeyrana aboriyê kûr bûye û em nikarin debara xwe bikin. Hemû tişt gelek biha bûye û nayê sitandinê. Ji ber kar tuneye zarokên min di malê de ne. Sedema vê qeyranê Erdogan bi xwe ye. Ev wisa milet qir û wêran dike. Niha ji bo şaredariyê tên ji me deng dixwazin. Dixwazin kurdan ji rê derbixin. Bi pere û kar milet dixapînin. Bila gelê me ji van nexape. Ez dengê xwe bidim kurdan. Ez her tim didim partiya kurdan. Partiya kurdan her tim alîkariya me dike. Ger ku DEM Partî şaredariyê bigire bila ji ber vê qeyranê û bêkarbûnê alîkariya gel bikin. Cihên kar vebikin. Bila hemû kes destên xwe bidin ser wîcdana xwe. Dem dema me ye.
 
Pirsgirêka binesazî, rê û avê heye 
 
Cemîle Yekît: Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî zêdetir dixebite. Li vê derê pirsgirêkên binesazî, rê û avê hene. Lê heta niha nehatiye çareserkirin. Tu tiştekî nakin. Tu kesek îro nikare debarê bike. Qeyran her ku diçe kur dibe. Hemû tişt gelek bihaye.
 
‘Sozên ku didin piştre pêk naynîn' 
 
Guzel Gome: Ez nikarim debara xwe bikim. Jiyan ji bo min gelek zehmet bûye. Em nikarin tu tiştekî bikin. Her ku diçe her tişt bihatir dibe. Rêya taxa me ya Ozgurê xirap kirin, lê çênekirin jî. Dema hilbijartinê sozan didin, lê piştî hilbijartinan sozên xwe pêk nayînin.  Min di hilbijartinê berê de dengê xwe dida kurdan. Em dixwazin partiyeke ku ev pirsgirêkên me çareser bikin bên şaredariyê.
 
‘Dewletê çi daye me ku em jî çi bidin?’
 
Saadet Taş: “Her tişt gelek bihaye. Em nikarin tiştekê bistînin. Bihabûnê hildaye serê xwe û diçe. Milet ji ber vê qeyranê hatine asta mirinê. Em bi mûçeya teqawitbûnê debara xwe dikin. Mirov bi vê çawa debara xwe bike gelo? Dewletê çi daye me ku em jî çi bidin wî? Sebebê vê qeyrana aboriyê ji xwe diyar e. Ez çend qirûşan meaş digirim, bi vê çi bistînim. Ji ber vê yekê ez çima dengê xwe bidin wan. Bi kevçî dide, bi çoçikê digire. Ez namzetên DEM Partiyê nas dikim.
 
‘Kesê ku bû sedema vê qeyranê diyar e’
 
Yildiz Demîrel: Zarokên min biçûk in û em nikarin debara xwe bikin. Kar tuneye em bixebitin. Kîloya portaqal bûye 30 TL. Em tên bazarê nikarin tu tiştekê bistînin. Ji van poşên biçûk re min gelek dirav da, lê tiştekê jî nekarî bistînin. Em xaniyên kirê de dimînin. Xaniyên me berê yên xezîneyê bûn, hemû hilweşandin. Lê tiştekê jî nedan me. Tu alîkariyê nadin me. Me berê şivaniyê dikir, niha alîkariya ku didan jî birîn. Keça min niha zanîngehê dixwîne û di yurdê de dimîne. Dibêje ku ‘Ez birçî me.’ Rewş gelek xirap e. Kesê ku bû sedema vê qeyranê diyar e. Me wî kesê bilind kir û niha jî me kir çi rewşê. Min qet dengê xwe nedaye wî û wîcdana min rehete. Ez ê dengê xwe bidim xwe. Ez kurd im û ez ê dengê xwe bidim xwe. Niha DEM Partî ye navê wê, lê ji bo me tim HDP ye. Dema ku HDP şaredariyê de bû gelek alîkariya gel dikir. Pirsgirêkên bajêr çareser dikir. Lê piştî ku qeyûm hat tayînkirin tu tiştekî nekir. Em ji ber pirsgirêka logarê diçin, lê ji me 500 TL dirav dixwazin. Em diravê ji ku bînin logarê paqij bikin. Ez çend caran çûm nehatin. Avê kirine dirav û fatûra tê 300-400 TL. Em dibêjin gelek zêde te. Dibêjin kêm hatiye. Fatûraya ceyranê herî kêm 500 TL tê. Ez tu carî qayimê qebûl nakim. Me dengê xwe daye kîjan partiyê bila ew bi rêve bibe.”