Li Agirî agirê Newrozê hat pêxistin

  • 22:25 15 Adar 2024
  • Rojane
AGIRÎ - Li taxa Bûlût a Agiriyê agirê Newrozê bi coşeke mezin hat pêxistin, namzeta hevşaredar Hazal Aras jî got, “Em ê di 31’ê Adarê de bi serketinê tacîdar bikin û bi hev re pîroz bikin.”
 
Rêxistina Agirî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Bûlûtê agirê Newrozê pêxist. Namzetên hevserokên şaredariyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş, Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Nejla Demîr û Sirri Sakik, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî pîrozbahiya  Newrozê bûn.
 
Beriya pêxistina agir govend hat gerandin. Piştre girse bi meşaleyan meşiyan û bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindana” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin ve agirê Newrozê hat pêxistin.
 
‘Ev agir tim wê bilind bibe’
 
Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, Sirri Sakik diyar kir ku dê her kes agirê Newrozê li qadan vêxin û got ku dê di mîtînga Newrozê ya 25’ê Adarê li Agiriyê bê lidarxistin de agirê Newrozê bilind bikin. Sirri, wiha domand: “Di vê agirê Newrozê de em li hemberî hemû kesên ku bê tirs li hemberî zaliman ev agirê bilind kirine û berdêla vê yekê dane, bi rêz û hurmet ditewînin. Newroz agirê azadiyê ye li dijî zilm û zordariyê. Ev agir wê her tim bilind bibe. Ev gel wê hebe, ev agir wê her tim geş bibe.”
 
Nejla Demîr jî Newroza her kesî pîroz kir û destnîşan kir ku ew agirê Newrozê bibe sedema azadî û wekheviya Gelê Kurd.
 
‘Em ê di 31’ê Adarê de bi serketinê tacîdar bikin’
 
Piştre namzetê hevşaredarê şaredariyê Mehmet Akkûş axivî û diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de bi rihê Newrozê vê coşa xwe bidomînin. Namzeta Hevşaredar Hazal Aras jî bi lêv kir ku pîrozbahiya Newrozê di heman demê de provaya hilbijartinê ye û wiha axivî: “Em ê îşev li vir provaya hilbijartinê bikin.
 
AKP ku bi dek û dolaban dixwaze hilbijartinê ji me bistîne, em ê di 31’ê Adarê de vê hilbijartinan bi serketinê tacîdar bikin û bi hev re pîroz bikin.”
 
Piştî axaftinan girse bi ser agir de banz dan. Bername bi coşek mezin gerandina govendê ve bi dawî bû.