Nobeta Edaletê: Divê daxwazên azadiyê bên cih

  • 20:20 16 Sibat 2024
  • Rojane
MÊRDÎN – Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê bi serdanên piştgiriyê didome. Di çalakiya nobetê de ligel stranan, peyamên berxwedanê hatin dayin û hat gotin ku divê daxwaz bên cih. 
 
Li Mêrdînê Nobeta Edaletê ya ji aliyê ximzên girtiyan vehatibû destpêkirin bi serdanan didome. Dayika Aştiyê Zeynpe Aktaş axivî û di destpêka axaftina xwe de di serî de ji Abdullah Ocalan re ji hemû girtiyan re silav şand û daxuyakirin ku divê daxwazên wan yên azadiyê bên cih.
 
Yek ji dayikên din a şatiyê Mekî Bahçecî Jî axivî û daxuyakirin ku wê daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bidomînin û got divê daxwaz wan ya aştî û azadiyê bê qebûlkirin.