Ciwanan 50 name ji Abdullah Ocalan re şandin
- 11:17 3 Sibat 2024
- Rojane
MÛŞ - Li Mûşê ciwanan 50 name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 Name” da destpêkirin. Endamên Meclîsa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de li avahiya DEM Partiyê ya Mûşê hatin ba hev û 50 name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandin.
Di nameyan de wiha hate gotin: “Rêber Ocalan ji bo gelan nefes e, her kêliya ku em ji Îmraliyê agahî nagirin em nefesê nastînin.”
Hat destnîşankirin ku kampanya wê heta 16’ê Sibatê bidome.