Çalakiya Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Bila tecrîd rabe
- 16:59 2 Sibat 2024
- Rojane
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê dewam dike.
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyên Marmarayê re (MATUHAYDER) a Stenbolê, ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin berdewam dike.
Rêveberên DEM Partiyê yên Şişli û Bayrampaşa, ANYAKAY-DER û gelek welatî tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin kilam hatin gotin û hat gotin bila tecrîd rabe.