Nobeta Edaletê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindan' dewam kir
- 15:32 2 Sibat 2024
- Rojane
WAN - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, berdewam dike.
Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, berdewam dike. Nobeta Edaletê ya ji aliyê TUHAY-DER'ê ve hat destpêkirin di roja 60'î de dewam dike. Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê danî destpêkirin de banga xwedîderketina li çalakiyê hat kirin.
Nivîskar Heval Dilbihar ê di serdanê de axivî da zanîn serhildana li girtîgehan dewam dike û got gelê kurd tevî zext û zilmê têkoşîna xwe mezin dike.
Nobetê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.