Peymana Civakî li Madrîdê hate nasandin

  • 14:22 2 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Peymana Civakî ya Nû ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Spanya Madrîdê bi semîneran hate nasandin.
 
Peymana Civakî ya Nû a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rêxistinên civakî yên cuda demeke dirêj li ser dixebitîn û piştî diyalogê di 12'ê Kanûna 2023'yan de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate pejirandin, kete meriyetê.
 
Peymana Civakî di 1 û 2'yê Sibatê de li Madrîdê ji aliyê Weqfa Anselmo Lorenzo (Fal) ve bi semîneran hate nasandin.
 
Ji Nûnertiya PYD'ê ya Ewropayê Mizgîn Ahmed 1'ê Sibatê li Weqfa Anslemo Lorenzo di çalakiya Anarşîst Platform Lîza de pêşkêşiyek li ser peymanê kir.
 
Bi dehan kes ji şêniyên Madrîdê beşdarî semînerê bûn. Aktîvîsta Kurd Ahmed anî ziman ku armanc ji çalakiyan ew e ku encamên peymanê hîn baştir bidin fêhmkirin.
 
Çalakiyên danasîna peymanê wê di 2'yê Sibatê de li Cafê Marx Madera Plaza de la Asocîacîonê (Orcasîtas) dewam bikin. Her wiha di 7'ê Sibatê de wê li Zanîngeha Ceyda (Lleîda) çalakiyek bê lidarxistin.