Ji Îmraliyê re qert hatin şandin

  • 12:21 2 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantona Vaûd a Swîsreyê, ji Abdullah Ocalan re bi dehan qert hatin şandin. Berdevka Meclîsa Jinê ya Lajîn Aysel Argin bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî kampanyayê bibin.
 
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' kampanya '100 hezar qertpostal' a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Swîsreyê dewam dike.
 
Li bajarê Payerne yê kantona Vaûdê, Meclîsa Jinê ya Lajîn a Lozanê û tevgerên ciwanên Kurd bi dehan qert şandin.
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Lajînê Aysel Argin li ber postaxaneyê daxuyaniyek da û anî ziman ku ew di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li hev kom bûne û got, "Heta ku tecrîd bi dawî bibe, çalakiyên me wê dewam bikin. Girîng e ku her kes bi xurtî tevlî vê kampanyayê bibin."
 
Aysel Argin diyar kir ku wê ji Swîsreyê bi xurtî tevlî meşa mezin a 17'ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bibin û bang li her kesî kir ku li dora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bicivin.
 
Piştî daxuyaniyê girseya gel li ber dirûşm û çepikan qert şandin.