Di Nobeta Edaletê de dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan'
- 16:48 27 Çile 2024
- Rojane
AMED - Di Nobeta Edaletê ya Amedê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.
Li Amedê Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rezanê di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY- DER) hatibû destpêkirin di roja 52'yan de dewam kir. Rêveberên MED-DER'ê û Enstitûya Kurdî ya Amedê çûn serdana Nobeta Edaletê.
Rêveberên MED-DER'ê diyar kirin ku divê ev mijara tecrîdê li her derê cîhanê bê bihîstin û gotin ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê têkoşînê bidomînin.
Çalakiyê bi dirûşmên "Gîrtîyên siyasi rûmêta me ne", " Biji berxwedana zindana" dewam kir.