Namzeta jin ya hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
- 19:21 22 Çile 2024
- Rojane
AMED - Namzeta Jin a hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak hat hilbijartin û ji bo namzetên mêr jî wê sibê tûra duyemîn pêk bê.
Hilbijartinên mazetê hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh hat kirin. Di dengayîna hat kirin de Serra Bucak ji sedî 50+1 derbas kir û bû namzeta hevşardariya bajarê Mezin a Amedê. Komîsyona Pêşhilbijartinê namzetiya Serrayê teqez kir.
Ji mêran kesî ji sedî 50+1 derbas nekir û sibê wê ji bo Dogan Hatun û Garîp Kandemîr li 17 navçeyan hilbijartin bê kirin.
Navendên wê deng lê bê bikaranîn
Yenîşehîr: Salona Dawetê ya Kaplan (Îstasyon)
Sûr: Salona Dawetê ya Nîlgun
Rezan: Salona Dawetê ya Şolen
Peyas: Salona Dawetê ya Kaplan City (Manolya Salon Gaziler)
Li 13 navçeyên din jî wê li avahiyên DEM Partî dengdayîn bê kirin.