Li Mêrsîn û Edenê Nobeda Edaletê 44 roj in didome

  • 15:39 16 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edene û Mêrsînê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” 44 roj in didome. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin.  Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.
 
Li Edenê û Mêrsînê çalakî di roja 44'an de didome. 
 
Edene 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve çalakiya Nobeta Edalatê hat destpêkirin. Çalakî 44 roj in didome. Îro aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seyhanê serdana çalakiyê kirin. 
 
Di çalakiya îro de carek din daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
Mêrsîn 
 
Di çarçoveya pêngavê de li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku hatî destpêkirin îro ket roja xwe ya 44’an. Çalakî li avahiya komeleyê pêk tê. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bejî berxwedana zindanan”, “Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî" hat berzkirin. 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sakîne Ertaş, di çalakiya îro de axivî û bang li Gelê Kurd kir û got: "Divê Gelê kurd piştevaniya çalakiyan bike. Bijî azadî."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrsînê bi stranên dayikan berdewam kir.