Li Amedê Nobeta Edaletê di roja 43’yemîn de didome

  • 14:58 16 Çile 2024
  • Rojane
AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 43'yan de didome û di çalakiya îro de banga piştevaniyê li dayikan hat kirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna pengava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, grevên birçîbûne hatin destpêkirin. Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve li Amedê hat destpêkirin di roja 43'yan de dewam kir.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê didome. Halîme Topuz, di çalakiyê de piştî çîroka xwe vegot daxwazên xwe wiha anî ziman: "Ez bang li dewletê dikim. Ez bang li Wezareta Edaletê û serokkomariyê dikim. Her wiha banga min ji bo dayikên kurd û tirk jî heye bila bên cem hev. Me her tim kulîlk dirêjî li wan kir lê ev bi çekên xwe bersiv dan me. Me her tim daxwaza aştiyê kir ev dijminatiyê li me kirin. Em êdî naxwazin rondikan bibarînin."